13 - Sireke hezar salî (Roman)
Kurdmancî
“Marîn keçeke ciwan e û li Ingilistanê mezin bûye. Dema ew 13 salî bûye, dayîk û babê wê jê re li bankeyê sandoqekê kirê dikin û emanetekî tê de vedisêrin. Heta nebe 18 salî, banke deriyê sandoqê jê re venake. Dema Marîn dibe 18 salî diçe emanetxaneya bankê, emaneta dayîk û babê xwe digire. Di sandoqê de tûrikek û di tûrik de jî qotiyek heye. Li ser qotiyê hinek sembolên balkês hene. Di nava sembolan de hejmara 13 li ber çavan dikeve. Di destpêkê de bala wê nakisîne lê bi demê re li ser difikire. Dixwaze bizane weteya wan sembolan çi ye û ji bo çi jê re hêlane? Lê êdî dayîk û babê wê çûne û nikare ji wan bipirse. Marîn rojekê li dibistanê bi rêya hîpnozê diçe dema berê û tistek dîrokî dibîne, serê wê tevîhev dibe. Ew ji xwe re dibêje “madem mirov dikare bi hîpnozê, dîrokê bibîne, wê çaxê ez jî dikarim bibînim ka ji bo çi dayîk û babê min ev tûrik dane çêkirin û danîne bankeyê.” Biryara xwe dide ku hîpnoz bibe û rastiya tûrik hîn bibe. Ew bi rêya hîpnozê bi dû sembolên li ser qotiyê dikeve lê pistî demekê xwe di nava macerayeke ecêb a dîrokî de dibîne. Tevî hemû zor û zehmetiyan ew terka lêgerînê nade û sond dixwe ku rastiya tûrik û ya wan sembolan hîn bibe. Lê rojekê di hîpnozê de tistekî dibîne, jiyana wê ser û bin dibe. Nikare ji kesî re jî bêje ku di hîpnozê de çi dîtiye...”
Autor: | Balekanî, Ikram |
---|---|
ISBN: | 9783759865601 |
Auflage: | 1 |
Sprache: | metaCatalog.groups.language.options.kurdish |
Seitenzahl: | 364 |
Produktart: | Kartoniert / Broschiert |
Verlag: | epubli |
Veröffentlicht: | 27.08.2024 |
Untertitel: | Kurdmancî |
Schlagworte: | Kurdistan Roman Romana Kurdî Sireke Hezar salî Wêje û edebiyat ikram Balekanî romana 13 |
Anmelden